Rêveberiya neft û kanzayên Hewlêr agahdariyek ji hemû şofêran re derxist ku ji roja 8ê vê mehê ve, wergirtina beşa benzîna 750 dînarî bi şertê ku navê sêyane di navbera karta neteweyî û karta elektronîkî ya sotemeniyê de hevaheng be, dê bibe.
Îro duşem 5ê Çiriya Yekê 2026, Rêveberiya neft û kanzayên Hewlêrê di agahdariyekê de hemû şofêr agahdar kirin: Dema wergirtina beşa benzîna 750 dînarî, divê şofêr tenê (karta neteweyî) û (karta elektronîkî ya sotemeniyê) bi xwe re bibin stasyonên sotemeniyê.
Di agahdariyê de hat tekez kirin ku divê navê sêyane di herdu kartan de hevaheng be, ango wek hev be, di heman demê de hişyarî dide ku ger navê sêyane di navbera herdu kartan de hevaheng nebe, şofêr dê ji wergirtina beşa benzînê bêpar bimîne.
Rêveberiya neft û kanzayên Hewlêrê herwiha amaje bi wê kiriye ku ev biryar ji roja (8ê Çiriya Yekê 2026)ê ve dê were sepandin.







