Tê payînkirin ku hefteya bê heyetek bilind a hukûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina li ser para Herêmê di pêşnûmeya yasaya budçeya giştî ya Iraqê ji bo sala 2027 û zelalkirina mafên darayî, serdana Bexdayê bike.
Bayiz Zerari, endamê Encûmena Nûnerên Iraqê, di daxuyaniyeke taybet de ji bo "Kurdistan TV" ragihand: "Heyeta Herêmê dê bi Faleh Sari, wezîrê darayî yê Iraqê, û tîmê teknîkî yê wezaretê re bicive, da ku li ser para Herêma Kurdistanê di pêşnûmeya yasaya budçeya giştî de bigihîjin têgihiştineke hevpar."
Li gorî agahiyan, heyeta hukûmeta Herêma Kurdistanê ji Dr. Umed Sebah, serokê Dîwana Encûmena Wezîranê; Dr. Amand Rehim, sekreterê Encûmena Wezîranê; Abdulkerîm Xesrew û hejmarek şêwirmendên pispor ên Wezareta Darayî pêk hatiye.
Derbarê gavên paşerojê yên pêşnûmeya yasayê de, Bayiz Zerari amaje bi wê kir ku li gorî agahiyên dawî, tê payînkirin ku hefteya bê nivîsa pêşnûmeya yasaya budçeyê ji Wezareta Darayî ya Iraqê bo Encûmena Wezîranê ya Iraqê were şandin, ji bo pejirandina wê û paşê jî şandina wê bo Encûmena Nûneran.







