Wezareta Ewqaf û Karûbarên Dînî ragihand, derçûyên xwendina îslamî ya girêdayî Wezareta Ewqaf dikarin li gorî pisporî û taybetmendiyên xwe li zanîngehên Kurdistanê xwendina xwe bidomînin.
Îro sêşem 27-y Çiriya Yekemê 2026, Wezareta Ewqaf û Karûbarên Dînî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de belav kir: Bi razîbûna Encûmena Wezîran a Kurdistanê, bi hewildan û israrên berdewam ên wezîrê Ewqaf û Karûbarên Dînî û piştî pêkanîna gelek civînan bi aliyên peywendîdar re, nivîsa fermî ji bo hemû zanîngehên Kurdistanê hat şandin, bi mebesta derbirîna razîbûnê li ser wergirtina derçûyên xwendina îslamî ya girêdayî Wezaretê li gorî pisporî û taybetmendiyên wan.
Di daxuyaniyê de spas û pêzanîn ji serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar re hatin şandin, ku ji bo parastina mafê derçûyên xwendina dînî û gihîştina biryarekê ya pêwîst di berjewendiya xwendekaran de hevaheng bûn.
Di dawiya daxuyaniya Wezareta Ewqaf û Karûbarên Dînî de, ji hemû wan xwendekaran re pîrozbahî hat kirin ku li zanîngehên tên wergirtin û hêvîya serkeftin û serfiraziyê ji wan re hat xwestin.







