Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî û Erdhejnasiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro, Çarşemê sibehê, erdhejek bi hêza 3.4 pîvanê Richterê û di kûrahiya 10 kîlometreyî de di hundirê erdê de, li bakurê bajarê Kerkûkê hat tomarkirin.
Îro, Çarşem 7-ê Cotmeha 2026-an, Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî û Erdhejnasiyê ya Wezareta Veguhastin û Ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: saet 7:28-ê sibehê îro, erdhejek li sînorên bajarê Kerkûkê rû daye.
Li gorî daneyên rêveberiyê, hêza erdhejê (3.4) pîvan bû li gorî pîvana Richterê û di kûrahiya (10) kîlometreyî de di hundirê erdê de rû da; herwiha navenda erdhejê jî (25) kîlometre ji bakurê bajarê Kerkûkê dûr bû.







