Serokê Amerîkayê di axaftineke hilbijartinê de li eyaleta Iowa ragihand, ku şerê li dijî Îranê pir zû dê bi dawî bê û li Tehranê kes nemaye ku bi wî re danûstandin bê kirin. Herwiha pêşbîniya daketina zêdetir a bihayê neftê piştî dawîhatina şerê kir.
Donald Trump, serokê Amerîkayê, di navbera axaftineke xwe de li civînek hilbijartinê li eyaleta "Iowa" ragihand: şerê li dijî Îranê dê di demeke nêzîk de bi yek ji awayan bi dawî bê. Herwiha amaje bi vê yekê kir ku ew girîngiyeke zêde nade awayê dawîhatina şerê, lê tekez kir ku bi bêguman dê pir zû bi dawî bê.
Serokê Amerîkayê got: "Di bin bandora wan lêdanan de ku ketine ser astên serokatiya Îranê, êdî li Tehranê kes nemaye ku bi wî re danûstandin bê kirin".
Derbarê bilindbûna bihayê sotemeniyê û encamên wê li ser hilbijartinên nîvê dewreyê yên Kongreyê, Donald Trump ragihand: "Ew qas neftê ku di hefteya borî de ji Tengava Hurmuzê re derbas bûye, ji hemû astên berê zêdetir bûye, heta ji serdema berî destpêkirina şerê jî".
Serokê Amerîkayê pêşbînî kir ku yekser piştî dawîhatina şerê bi Îranê re, bihayê neftê dê zêdetir dakeve. Ev di demekê de ye ku hîn jî li ser ewlehiya dabînkirina enerjiya cîhanî û derbasbûna keştiyan ji Tengava Hurmuzê, wek yek ji girîngtirîn rêyên avî yên veguhestina neftê li cîhanê, fikar berdewam in.
Ev gotinên Donald Trump hevdem in bi pêşketina fikarên navneteweyî li ser îhtîmala destpêkirina qonaxeke nû ya pevçûnan û amadekariyên Amerîka û Îsraîlê ji bo êrîşeke giran li ser Îranê.







