Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê di Parlamentoya Kurdistanê de, bi boneya derbasbûna du salan ji encamdana hilbijartina dewra şeşem, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de li ser pêwîstiya aktîfkirina bilez a parlamentoyê, hilbijartina desteya serokatiyê û pêkanîna erkên qanûnî û dîrokî, bê girêdana wan bi pevçûnên siyasî, disekine.
Nivîsa daxuyaniya fraksiyona Partiyê bi boneya du salên hilbijartina dewra şeşem a Parlamentoya Kurdistanê:
Îro du sal derbas dibin ji ser encamdana hilbijartina dewra şeşem a Parlamentoya Kurdistanê. Ew roja ku welatiyên Herêma Kurdistanê bi asta herî bilind a beşdarbûnê û bi berpirsiyarî deng dan û îradeya xwe ji bo parastin û paşerojeke ronî ji bo Herêma Kurdistanê nîşan dan, lê mixabin heta niha Parlamentoya Kurdistanê aktîf nîne û nekarîbû erkên qanûnî yên li benda wê di pergala rêveberiya Herêma Kurdistanê de bicih bîne.
Ji vê aliyê ve, em di Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê de, di demekê de ku em li ser helwesta xwe ya neguhêrbar di rêzgirtina bingehên demokrasiyê û karîgeriya sazîyên herêmê de disekinin, dubare dikin ku em her tim amade bûne parlamentoyê aktîf bikin û civînên wê girê bidin. Her tim xwedî û piştgirê hemû gav û destpêşxeriyên ku ji bo vê armancê hatine pêşkêşkirin bûne. Ji ber vê yekê em bang li hemû fraksiyonên rêzdar ên Parlamentoya Kurdistanê dikin ku her çi zûtir bi hev re erkên dîrokî û qanûnî yên xwe bicih bînin û gav bavêjin bo temamkirina rêkar û erkên rûniştina yekem a parlamentoyê û hilbijartina desteya serokatiyê, wekî destpêkeke girîng ji bo aktîfkirina Parlamentoya Kurdistanê, û ji bo rêzgirtin û bersivdana daxwazên hemû qat û tebeqeyên Herêma Kurdistanê di lezgînkirina aktîfkirina parlamentoyê de.
Her wiha fraksiyona me girêdana xwe ya li hember dengderên Partiyê û gelê Kurdistanê dubare dike û bawer e ku erkê parastina çarçoveya Herêma Kurdistanê û berjewendiyên wê yên bilind li ser milê hemû fraksiyon û endamên parlamentoyê ye. Ji ber vê yekê aktîfkirina parlamentoyê nabe ku bi tu berjewendî û pevçûnekê ya siyasî û partî re were girêdan, ji ber ku ev rewa bûna dengê gel û rewa bûna mayîna çarçoveya Herêma Kurdistanê ye.
Di dawiyê de, hêvîdar in ku ev rewşa nexweş derbas bibe û bi nêrînek hevpar û ji bo pêşxistina berjewendiyên Herêma Kurdistanê, hemû bi hev re, bi aktîfkirina parlamentoyê, rêzê bigirin ji maf û îradeya gelê Kurdistanê û bi hev re gav bavêjin bo qonaxeke nû ya karê parlamentoyê û pêşvebirina pêvajoya qanûnî û rêveberiya Herêma Kurdistanê di hemû aliyên wê de.
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê di Parlamentoya Kurdistanê de
20/ 10/ 2026







