Bi boneya duwemîn salvegera lidarxistina hilbijartinên dewreya şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê, Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li parlamentoyê daxuyaniyek derxist û amadebûna Partiyê ji bo çalak kirina parlamentoyê ragihand.
Di vê daxuyaniyê de, Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê ragihand: «Îro du sal in ji lidarxistina hilbijartinên dewreya şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê derbas dibin; roja ku welatiyên Herêma Kurdistanê bi asteke bilind a beşdarbûnê û bi berpirsiyarî deng dan û îradeya xwe ji bo parastin û avakirina paşerojeke ronahî ji bo Herêma Kurdistanê nîşan dan. Lê mixabin heta niha Parlamentoya Kurdistanê neçalak e û nekarîbûye erkên qanûnî yên ku di pergala rêveberiya Herêma Kurdistanê de ji wê tê hêvîkirin, bi cih bîne.»
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye: «Ji ber vê yekê, em di Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê de, dema ku em li ser helwesta xwe ya domdar a rêzgirtinê ji prensîbên demokrasiyê û karîgeriya dezgehên Herêma Kurdistanê tekez dikin, careke din bîr tînin ku em her dem ji bo çalak kirina parlamentoyê û lidarxistina civînên wê amade bûne. Herwiha em her tim xwedî û piştgirê hemû gav û destpêşxeriyên ku ji bo vê armancê hatine pêşkêşkirin bûne. Ji ber vê yekê, em hemû fraksiyonên rêzdar ên Parlamentoya Kurdistanê vedixwînin ku herî zû bi hev re erkê xwe yê dîrokî û qanûnî bi cih bînin û gavê bavêjin rêya temamkirina qonax û erkên civîna yekem a parlamentoyê û hilbijartina lijneya serokatiya wê; wek destpêkeke girîng ji bo çalak kirina Parlamentoya Kurdistanê û di rêya rêzgirtin û bersivdana daxwazên hemû beş û çînên Herêma Kurdistanê de, ji bo leztir kirina çalak kirina parlamentoyê.»
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê herwiha zêde kir: «Fraksiyona me tekez li ser pabendbûna xwe ya li hember dengderên Partiyê û gelê Kurdistanê bi giştî dike û em bawer in ku erkê parastina pêkhateya Herêma Kurdistanê û berjewendiyên wê yên bilind, li ser milê hemû fraksiyon û nûnerên parlamentoyê ye. Ji ber vê yekê, çalak kirina parlamentoyê divê bi tu berjewendî û pevçûnên siyasî û partî ve girêdayî nebe, ji ber ku ev mijar nîşana meşrûbûna dengê gel û meşrûbûna domandina pêkhateya Herêma Kurdistanê ye. Di dawiyê de, em hêvî dikin ku ev rewşa nebaş derbas bibe û bi dîtineke hevpar û ji bo pêşxistina berjewendiyên Herêma Kurdistanê, em hemû bi hev re, bi çalak kirina parlamentoyê, rêzê ji maf û îradeya gelê Kurdistanê bigirin û bi hev re ber bi qonaxeke nû ya karê parlamenterî û pêşxistina pêvajoya qanûnî û rêveberiya Herêma Kurdistanê di hemû aliyan de gav bavêjin.»







