Rêveberiya hatûçûna Germiyanê ajokaran agahdar dike ku arasteyek ji rêya 60 metreyî li nêzîk bazara Mezadê ber bi pirê bilind a Şêx Mihemed Taleban ve ji ber çêkirina kanalîzasyona sandoqî tê girtin.
Rêveberiya hatûçûna Germiyanê di daxuyaniyekê de ji bo ajokaran belav kir: îro şemî, arasteya duyemîn a rêya 60 metreyî li yuterna nêzîk bazara firotina kevn a "Mezadê" ber bi pirê bilind (Şêx Mihemed Taleban) ve heta berî pirê bilind tê girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye: Ajokar dikarin arasteya din a rêyê bi kar bînin heta temamkirina xebata çêkirina kanalîzasyona sandoqî û rêça lehiyê ji aliyê şaredariyê ve; di heman demê de ji ajokaran tê xwestin ku ji bo ewlehiya xwe û dûrketina ji bûyera nexwestî, bi hişyarî ajotina xwe bikin.







