Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî biryar da ku xerca xwendina (paralel – êvaran) li zanîngehên hikûmî bi pênc qist were wergirtin, ev jî piştî daxistina 45% ji tevahiya xerca xwendinê.
Îro duşem 19-î Çirîya Pêşîn a 2026, D. Aram Mihemed Qadir, wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, biryarekî nû ji bo berjewendiya xwendekaran derxist ku wergirtina pereyê xwendina (paralel - êvaran) ji wan xwendekarên ku li zanîngehên hikûmî yên Herêma Kurdistanê dixwînin, bi awayê pênc qistan be.
Di ragihandinê de hatiye gotin ku ev biryar ji bo berjewendiya giştî û ji berçavgirtina rewşa darayî ya kesûkar û malbatên xwendekaran e, da ku hêsankariya temam ji bo wan di dayîna lêçûna xwendinê de bê kirin.
Wezareta Xwendina Bilind herwiha amaje bi wê kiriye ku ev biryar piştî daxistina rêjeya 45% ya xerca xwendinê, wergirtina pereyê xwendina paralel û êvaran bi pênc qist pêk tê.







