Rêveberiya Rêkxistina Pusûleya Xwarinê ya Hewlêrê hemwelatiyan agahdar dike ku sîstem û bernameya pusûleya xwarinê ya elektronîk ji bo bi dawî anîna muamelatên wan hat aktîvkirin.
Îro sêşem 27-y Çirîna yekem a 2026, Rêveberiya Rêkxistina Pusûleya Xwarinê ya Hewlêrê di agahdariyekê de hemû hemwelatiyan agahdar dike ku niha bernameya pusûleya xwarinê ya elektronîk ji bo pêkanîn û bi dawî anîna muamelatên wan hat aktîvkirin û dikarin muamelatên xwe pêk bînin.







