Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hemû prosedurên vegerandina 11 ciwanên Kurd ên li Lîbyayê hatine binçavkirin temam bûn û di demeke nêzîk de dê bên vegerandin, di heman demê de hewildanên dîtin û dîyarkirina 10 kesên din ên ji devera Raperînê ku bêserûber in berdewam in.
Îro duşem 5ê Çirîna yekem a 2026an, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand: Piştî ku nûçeya winda-bûna hejmarek welatiyan li Lîbyayê gihişt, rasterast bi fermana Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Navxweyî û Dezgeha Têkiliyên Derve hatin erkdarkirin ku bi lez prosedurên pêwîst ji bo dîtin, rizgarkirin û vegerandina wan bigirin dest, û niha hemû karûbarên taybet bi 11 welatiyan re temam bûne û dê di van çend rojan de vegerînin Herêma Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: Di heman demê de Wezareta Navxweyî û Dezgeha Têkiliyên Derve hemû hewildan û kapasîteya xwe kom kirine ji bo dîtin û şopandina 10 welatiyên din ên devera Raperînê ku demekê ye bêserûber in, û bi koordînasyonê bi balyozxaneya Iraqê li Lîbyayê û bi rêya nûnertiyên Hikûmeta Herêmê lêgerîn û şopandin berdewam in.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din hişyarî da ciwanan û malbatên wan li ser girîngiya parastina xwe ji hilbijartina rêyên neqanûnî û xeternak ên koçberiyê ber bi welatên rojava ve, û destnîşan kir ku ev cure koçberî wan dike hedefa berpirsiyariya qanûnî ya tund û metirsiya mirinê, wekî rewşa dijwar a ku wan ciwanan rû bi rû ma, ku hin ji wan ji bo heşt mehan di girtîgehên Lîbyayê de bûn û di vê heyamê de berdewam ketin ber metirsiya jiyana xwe ji dest danê.







