Mesrûr Barzanî, cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê, bi rêxistinên gelê yên herêma Badînanê re civîya û ji wan xwest ku kapasîteyên xwe pêş bixin, da ku li hember guhertinên bilez ên vê serdemê bin.
Piştî nîvro îro şemî 24yê Çiriya yekemê, Mesrûr Barzanî, cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê, di çarçoveya domandina dîtin û civînên xwe de, li bajarê Dihokê, bi rêxistinên gelê yên jinan, xwendekaran û ciwanan ên li herêma nivîsgeha rêxistina Badînanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê re civîya.
Cîgirê serokê Partiyê rola wan rêxistinan bilind nirxand û amaje bi vê yekê da ku got: «Ez jî endamê Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrat ên Kurdistanê bûm, bi serbilindî dibêjim.»
Cîgirê serokê Partiyê herwiha ji wan rêxistinan xwest ku kapasîteyên xwe pêş bixin, da ku li hember guhertinên bilez ên vê serdemê bin û rola xwe ya çalak di hişyarkirina civakê û parastina destkeftiyên neteweyî de bilîzin.







