Îro piştî nîvro, Înî 10/23 / 2026, Mesrûr Barzanî, cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê, di çarçoveya serdaneke xwe ya bo herêma Badînan de, bi nivîsgeha rêxistina parêzgeha Dihokê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê re civîya.
Di civînê de, digel ronîkirina li ser dawîn guhertin û pêşketinên Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê, kar û çalakiyên rêxistinên Partiyê, di sînorê nivîsgeha rêxistina parêzgeha Dihokê de, hatin nîqaşkirin.







