Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî û Erdhejê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa hewaya 48 saetên bêjinî ragihand û diyar kir ku îhtîmala barîna baranê heye.
Îro roja pêncşemê 22ê Cotmehê ye, Rêveberiya Meteorolojî û Erdhejê ya herêmê ragihand: Bi giştî ezman dê di navbera nîv-ewr û bi temamî ewrî de be, bi taybetî li deverên çiyayî; di heman demê de îhtîmala hindik baran û birûskê li deverên sînorî yên rojhilatê herêmê heye û heta demên dawî yên nîvro dê bi awayekî perçeperçe bidome. Germa bi giştî nêzîkî dibe qeydên duhê.
Ji bo sibê roja înê 23ê Cotmehê, li gorî pêşbîniyên meteorolojiyê, ezman bi giştî dê nîv-ewrî be. Herwiha germa nêzîkî dibe qeydên îroyê.
Bilindtirîn germa ya pêşbînîkirî ji bo îro û sibê bi pileya Selsiyûsê:
| Bajar û deverên cuda yên Herêma Kurdistanê | Pêncşem | În |
| Hewlêr | 28 | 26 |
| Silêmanî | 24 | 24 |
| Dihok | 27 | 27 |
| Helebce | 25 | 26 |
| Zaxo | 28 | 28 |
| Çemçemal | 28 | 28 |
| Akre | 29 | 28 |
| Pîrmem | 25 | 26 |
| Germiyan | 31 | 31 |
| Hacî Omeran | 16 | 16 |







