Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî û Erdhejzanî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa hewaya 48 saetên bê dide nasîn û ragihand ku baran berdewam dike.
Îro çarşem, 7ê Cotmehê, Rêveberiya Meteorolojî û Erdhejzanî ya Herêmê ragihand: Ezman bi giştî pir ewrî dibe. Hewa şil û barana navîn bi navberan li piraniya deveran berdewam dibe, bi taybetî li sînorê parêzgeha Silêmanî, Helebçe û beşek ji îdareya Germiyanê. Herwiha îhtîmala barîna baranê bi birûskê li deverên bilind ên çiyayî heye. Dereceya germiyê li gorî tomarên duh, 2 ji bo 3 dereceyên Celsius kêm dibe.
Ji bo sibê pêncşem, 8ê Cotmehê, li gorî pêbînîyên meteorolojiyê, bandora nizma zextê heya demên berbangê li ser herêmê dimîne û piştî wê diqede, ezman diguhere nîv-ewrî. Dereceya germiyê li gorî îro nêzîkî 3 heta 4 dereceyên Celsius bilind dibe.
Herî bilind dereceya germiya pêşbînîkirî ji bo îro û sibê bi dereceyên Celsius:-
| Bajar û deverên cuda yên Herêma Kurdistanê | Çarşem | Pêncşem |
| Hewlêr | 27 | 29 |
| Silêmanî | 26 | 27 |
| Dihok | 25 | 27 |
| Helebçe | 28 | 30 |
| Zaxo | 25 | 28 |
| Germiyan | 29 | 33 |
| Pîrmam | 23 | 25 |
| Çemçemal | 28 | 30 |
| Ekrê | 24 | 28 |
| Hacî Omeran | 19 | 21 |







