Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî û Erdhejzanî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa hewaya 48 saetên bê pêşkêş kir û ragihand ku dereceya germê bilind dibe.
Îro pêncşem e 8 ya Cotmehê, Rêveberiya Meteorolojî û Erdhejzanî ya Herêmê ragihand: Ezman dê di navbera nîv-ewr û ewra temam de be. Dereceya germê jî, li gorî tomarkiriyên doh, 1 heta 3 derece bilind dibe.
Sibê în e 9 ya Cotmehê, li gorî pêşbîniyên meteorolojiyê, ezman bi giştî ji ewra temam heta nîv-ewr dê be. Ji demên sibehê heta demên pişt nîvro, îhtîmala barîna tavê û birûskên kurt a payîzê li deverên cuda yên herêmê tê pêşbînîkirin. Dereceya germê jî nêzî tomarkiriyên îroyê dibe.
Bilindtirîn dereceya germê ya pêşbînîkirî ji bo îro û sibê bi dereceya Celsius:-
| Bajar û deverên cuda yên Herêma Kurdistanê | Pêncşem | În |
| Hewlêr | 30 | 30 |
| Silêmanî | 27 | 26 |
| Dihok | 29 | 29 |
| Helebce | 30 | 28 |
| Zaxo | 29 | 30 |
| Germiyan | 34 | 34 |
| Çemçemal | 30 | 29 |
| Soran | 25 | 25 |
| Pîrmam | 28 | 27 |
| Akre | 29 | 28 |
| Hacî Omeran | 22 | 22 |







