Rêveberiya Giştî ya Meteorolojî û Erdhejê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa hewaya 48 saetên bê pêşkêş kir û ragihand ku pêlek baran û birûskan li Herêma Kurdistanê belav dibe.
Îro sêşem 6ê Çiriya Pêşînê, Rêveberiya Meteorolojî û Erdhejê ya Herêmê ragihand: Ezman bi giştî ewr dibe û ji piştî nîvro ve îhtîmala baranê li piraniya deveran zêde dibe. Baran li deverên çiyayî, rêveberiyên serbixwe û navendên parêzgehan, bi awayê barana nerm û baranên kurt ên bi birûskan re, dibare. Di şevê de germî 3 heta 5 dereceyên Selsiyûs kêm dibe.
Ji bo sibê çarşem 7ê Çiriya Pêşînê, li gorî pêşbîniyên meteorolojiyê, bandora berçav a kêmbûna zexta hewayê bi lawazî li ser herêmê dimîne, bi taybetî li sînorê rêveberiya Germiyanê, parêzgehên Silêmanî, Helebçe, Kerkûk û Dihokê û rêveberiya Zaxoyê. Li parêzgehên Hewlêr, Soran û Rapêrînê ezman nîv-ewr dibe û tenê îhtîmaleke kêm a barana nerm li deverên bilind ên çiyayî heye. Germî 3 heta 4 dereceyên Selsiyûs kêm dibe.
Bilindtirîn germiya pêşbînîkirî ji bo îro û sibê bi dereceyên Selsiyûs:-
| Bajar û deverên cuda yên Herêma Kurdistanê | Sêşem | Çarşem |
| Hewlêr | 28 | 25 |
| Silêmanî | 24 | 22 |
| Dihok | 25 | 23 |
| Helebçe | 26 | 24 |
| Zaxo | 26 | 23 |
| Pîrmam | 25 | 22 |
| Çemçemal | 28 | 26 |
| Germiyan | 29 | 26 |
| Akrê | 26 | 24 |
| Hacî Omeran | 20 | 18 |







