Di encama şerekê de li navçeya Akrê, 3 bira bûne qurbanî; ji ber vê yekê 2 kes ji wan jiyana xwe ji dest dane û birayê sêyemîn bi birîndarî gihandine nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyên nûçegihanê Kurdistan TV, bûyerê êvara Çarşemê, 21ê Cotmehê li devera navçeya Akrê, ji ber derketina nakokî û pirsgirêkekê di navbera çend kesan de, qewimiye. Di encama teqetewandinê de 2 bira hatine kuştin û birayê din ê wan birîndar bûye, di heman demê de ji aliyê beramber ve tu kesek nehat kuştin û birîndar nebû.
Çavkaniyek agahdar li ser sedema bûyerê eşkere kir ku şer li ser pirsgirêkek civakî bûye. Di heman demê de, her du birayên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane, mamoste û parêzer bûne.







