Li gorî daxuyaniyekê ji Dezgeha Giştî ya Ewlekariya Herêmê, Direktoriyaya Giştî ya Operasyonên Ewlekariyê, bi koordînasyonê bi Direktoriyaya Ewlekariya Parêzgeha Helebce re, di rêzek operasyonên îstîxbarata hûr û berfireh de ku 96 saetan domiyan, karîbûn komîteyek terorîst a DAIŞê belav bikin û 22 gumandar bigirin.
Li gorî lêkolînan, ev kom ku bi navê "Tabûra 5 a girêdayî Welayeta Kurdistanê" tê naskirin, planên wan hebûn ji bo xwe rêxistinkirin û wergirtina bey'etê ji endamên komê, danîna bombeyan û pêkanîna teqînan li parêzgeha Helebce, çavdêrîkirin û teqekirina hêzên ewlekariyê dema meşq û perwerdehiyê, avakirina emaretekê li deverên Hewraman an Şarezûr, girêdana şaneyên razayî yên DAIŞê li Kurdistan û Iraqê bi terorîstên derveyî ve, û komkirina pereyan ji bo kirîna çekan.
Her wiha, li gorî gotina Dezgeha Giştî ya Ewlekariyê li Silêmaniyê, di operasyonê de hejmareke mezin a çek û amûrên leşkerî hatin desteserkirin, ji wan: 1 çekê RPG û 3 top û 5 hawan, 1 guleya hawanê, 6 bombeyên destan, 6 çekên Kalaşînkov û 13 magazîn û 300 fîşek, 2 tabanca û 100 fîşek, ligel kamerayeke çavdêriyê, dürbîna leşkerî û cil û bergên taybet.
Gumandar li gorî madeya 2 ya terorê hatine girtin û lêpirsîn bi wan re berdewam e.







