Wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku çar xwendekarên Kurd bi ala Kurdistanê re di pêşbirka matematîka hişî ya Siûdiyê de, di nav 210 xwendekarên ji neh welat û herêman de, cihê yekem ê zêrîn a bilind û gelek xelat bi dest xistine.
Îro sêşem 6ê Çirîna yekem a 2026an, Dr. Alan Heme Seîd Salih, wezîrê Perwerdeyê yê Herêma Kurdistanê, ragihand: Li Siûdiyê pêşbirka matematîka hişî ya lûtkeya welatên ereb hate lidarxistin, bi beşdariya 210 xwendekaran ji Herêma Kurdistanê, Siûdiyê, Cezayîrê, Tûnisê, Misrê, Sûdanê, Filistînê, Iraqê û Efrîqiya.
Wezîrê Perwerdeyê destnîşan kir ku çar xwendekarên Kurd ligel welatan, bi ala pîroz a Kurdistanê re beşdar bûn û encamên bêhempa tomar kirin, ku wiha ne:
Abdulrehman Araz (xwendekarê Dibistana Cambridge li Hewlêrê): Di asta herî dijwar de, asta H, karî herî zêde pirsan bersiv bide û cihê yekem ê zêrîn a bilind bi dest bixe.
Ji navçeya Pîremagrunê jî sê xwendekar beşdar bûn:
Hamno: Di asta F de cihê zêrîn bi dest xist.
Rovar: Di asta C de cihê zêrîn bi dest xist.
Ravel: Di asta G de cihê zîv bi dest xist.
Di dawiya peyama xwe de, Dr. Alan Heme Seîd pîrozbahiyeke germ ji wan xwendekaran re kir û ragihand: Ev cara duyemîn a li pey hev e ku xwendekarên Kurd beşdarî vê şampiyoniyê dibin û encamên bêhempa tomar dikin.







