Rêveberiya Polîsiya Reşepîrinê ragihand ku hêzên wan ên nivîsgeha Astengkirina Sûcê ya Ranyayê sûcdarek bi sûmeta xapandina keçan bi rêya tora civakî ya Snapchatê girtine.
Li gorî daxuyaniya Polîsiya Reşepîrinê, sûcdar bi rêya hesabekî Snapchatê reklam kiriye ku bi rêya "dua û nivîsê" ji bo ew keçên ku nezewicîne hêsankariya zewacê dike, lê di bingehê de hemû ji rastiyê dûr bûye û ji bo armanceke seksî keçan xapandiye.
Piştî agahdarkirin û amadekirina dosyaya lêkolînê, nivîsgeha Astengkirina Sûcê ya Ranyayê karî di demeke kêmtir ji 24 saetan de sûcdarê bi navê (J, E, H), ku nêr e û bi netewenasiya Sûriyeyê ye, bigire. Di heman demê de hesabê wî yê Snapchatê jî hatiye desteserkirin, ku ji bo fêlê bi kar aniye.
Polîs eşkere kiriye ku sûcdar li ber polîs û dadwerê lêkolînê îtîrafî sûcê xwe kiriye. Niha bi biryara dadwer û li gorî maddeya 240 a Qanûna Cezayê ya Iraqê hatiye ragirtin û lêkolîna dosyaya wî berdewam e.







