Piştî nîvroya roja Înê, Mesrûr Barzanî, cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê, di çarçoveya gera xwe ya herêma Badînan de, bi nivîsgeha rêxistina parêzgeha Dihokê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê re civiya û gotûbêj kir.
Di vê civînê de, ji bilî mijûlkirina bi dawîn guhertin û bûyerên Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê, kar û çalakiyên rêxistiniya partiyê di nav sînorên nivîsgeha rêxistina parêzgeha Dihokê de hatin nîqaşkirin û nirxandin.







