Serokê Hikûmetê bi heyetek bazirganiyê ya Tirkiyeyê re civiya. Mesrûr Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina bêtir a têkiliyên bi Tirkiyeyê re di warên cuda de anî ziman.
Îro sêşem, 27ê Çirîna Yekemê, Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî li heyetek bazirganiyê ya Tirkiyeyê kir ku ji hejmarek bazirgan, xwediyên kar û veberhênerên endamên desteya têkiliyên aborî yên derve, ku bi navê (DEİK) tê nasîn, pêk hatibû.
Di civînê de, ku balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Anil Bora Înan û konsulê giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu amade bûn, serokê Hikûmetê digel bi xêrhatina heyetê, daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina bêtir a têkiliyên bi Tirkiyeyê re di warên cuda de, bi taybetî bazirganiya du aliyan, dubare kir û amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina hemû hêsankariyan ji bo bihêzkirina tevgera bazirganiyê di navbera her du aliyan de anî ziman.
Endamên heyetê armanca serdana xwe nîşan dan û kurteyek li ser şîrketên xwe, çalakî û projeyên xwe pêşkêş kirin. Herwiha daxwaz û hêviyên xwe ji bo pêkanîna projeyan û firehkirina veberhênanên xwe li Herêma Kurdistanê nîşan dan.
Di beşekî din ê civînê de, li ser girîngiya projeya Rêya Pêşketinê û girêdana welatên Kendavê, Iraqê û Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê û Ewropayê re bi rêya rêya hesinî re gotûbêj hate kirin.







