Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi tundî êrişa "terorîstî" li ser Dêra "Saint George" li parêzgeha Kerakê ya Padîşahiya Haşimî ya Urdunê şermezar kir.
Serokê hikûmetê di peyameke ku li ser tora civakî ya "X" belav kiriye, sersaxî û piştgiriya xwe ya tevahî ji gel û rêveberiya Urdunê re nîşan daye û piştrast kiriye ku ji bo teror û tundûtûjiyê tu behaneyek tune ye.
Di beşeke din a peyama xwe de, Mesrûr Barzanî sersaxî û hevderdiyariya xwe ji malbatên qurbaniyan re şandiye û ji birîndaran re hêviya başbûna zû xwestiye.







