Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi heyetek bazirganiyê ji Tirkiyeyê re civiya; Masrour Barzanî daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina her ku diçe zêdetir a têkiliyên bi Tirkiyeyê re di warên cuda de anî ziman.
Îro sêşem, 27 oktoberê, Masrour Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya heyeta bazirganiyê ya Tirkiyeyê kir ku ji hejmarek bazirgan, xwediyên karsaziyan û veberhênerên endamên Encûmena Têkiliyên Aborî ya Derve ya Tirkiyeyê (DEİK) pêk dihat.
Di vê civînê de ku bi beşdariya Anıl Bora İnan, balyozê Tirkiyeyê li Iraqê, û Derman Topçu, konsulê giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê, hate lidarxistin, serokwezîr piştî pêşwazîkirina heyeta mêvan, li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina zêdetir a têkiliyên bi Tirkiyeyê re di warên cuda de, bi taybetî danûstandinên bazirganiyê, tekez kir û amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina her cûre hêsaniyan ji bo xurtkirina tevgerên bazirganiyê di navbera her du aliyan de anî ziman.
Endamên heyetê jî armanca gera xwe destnîşan kirin û kurte û raporek li ser şirket, çalakî û projeyên xwe pêşkêş kirin. Wan herwiha daxwaz û eleqeya xwe ji bo pêkanîna projeyan û berfirehkirina veberhênanên xwe li Herêma Kurdistanê nîşan dan.
Di beşeke din a civînê de, li ser girîngiya projeya «Rêya Pêşketinê» û girêdana welatên Kendava Erebî, Iraqê û Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê û Ewropayê re bi rêya xetên hesinî hate gotûbêjkirin.







