Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî ji şêwirmendê ewlekariya neteweyî ya Brîtanyayê û heyetekî pê re kir û hevkariyên leşkerî, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û hewildanên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêmê li ber çavan anîn.
Berî nîvroya îro, duşem 19ê Çirîna yekemîn 2026, Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazî ji Jonathan Powell, şêwirmendê ewlekariya neteweyî ya Brîtanyayê û heyetekî pê re kir.
Di civînekê de ku Îrfan Sidîq, balyozê Brîtanyayê li Iraqê, amade bû, têkiliyên Brîtanyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warê ewlehî û leşkerî de, û hevkariya hevbeş a wan ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aramî û stabîlîteyê li Iraq û herêmê hatin nîqaşkirin.
Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û hewildanên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, dawîn pêşketinên siyasî û ewlehiyê yên herêmê bi giştî, ligel hewildanên dîplomatîk ji bo sivikkirina tevliheviyan, mijarekî din ê civînê bû ku konsulê giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê jî amade bû.







