Karên avakirina nexweşxaneya 150 nivînî ya taybet bi nexweşiyên penceşêrê li bajarê Hewlêrê bi lez dewam dikin û heta niha 70% ji karên projeyê temam bûne û ketiye qonaxa dawî ya bicihanîna wê.
Ev projeya stratejîk û tenduristiyê ya girîng ku berê ji aliyê Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve kevirê bingehê hatibû danîn, bi şêwazekî hevçerx hatiye dîzaynkirin, bi awayekî ku dikare rojane di beşa şêwirmendiyê de pêşwazî li nêzîkî 1,000 nexweş bike.
Nexweşxane bi amûr û pêdiviyên bijîjkî yên herî pêşketî dewlemend dibe û hemû test û dermankirinên pêwîst dihewîne, di nav wan de dabînkirina dermankirina kîmyayî, tîrêja navikî û navenda tîrêja LINAC, herwiha çendîn salonên nûjen ên neştergeriyê, beşên razanê û beşekî pêşketî yê acîl dihewîne.
Bi temambûn û ketina vê nexweşxaneyê di kar de, sektora tenduristiyê li Herêma Kurdistanê pêşketineke berbiçav dibîne û barê giran li ser milên kesên bi penceşêrê ketî kêm dibe, herwiha hewcedariya nexweşan bo rêwîtiya derveyî welat ji bo wergirtina dermankirinê heta astekî mezin kêm dibe.







