Dr. James Hasdo Hido û Rami Nuri Siyawş, nûnerên pêkhateya xiristiyan di Parlamentoya Kurdistanê ya Iraqê de, bi tundî êrîşa «terorîstî» ya li ser Dêra Ortodoks a «Mar George» (Saint George) li parêzgeha Kerka Urdunê şermezar kirin.
Nûnerên xiristiyan di peyamekê de ragihandin: «Bi xemgîniya û bandora derûnî ya pir mezin me nûçeya êrîşa terorîstî ya li ser Dêra Mar George wergirt, ku ji aliyê terorîstên tundrew ve hatiye kirin û di encamê de 7 kes şehîd bûn û 34 kesên din jî birîndar bûn.»
Di vê peyamê de, nûneran piştgiriya xwe ya tevahî ji Patrîarkiya Romaya Ortodoks, gel û rêberiya Padîşahiya Haşimî ya Urdunê re ragihand û li ser piştgiriya xwe ji hemwelatiyên xiristiyan ên li Urdunê tekez kirin.
Di dawiya peyamê de jî nûnerên xiristiyan di Parlamentoya Kurdistanê de sersaxî û hevderdaniya xwe ji malbatên qurbaniyan re anîn ziman û ji bo birîndaran daxwaza başbûna bilez kirin.







