Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi Antî Potkonîn, balyozê Fînlandayê li Iraqê, re hevdîtin kir û her du alî tekezî li ser ji nû ve aktîfkirina parlamentoya Kurdistanê wek gava yekem a ber bi avakirina kabîneya nû ya hikûmetê kirin.
Yekşem, 11 Cotmehê, Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Antî Potkonîn, balyozê Fînlandayê li Iraqê, kir.
Her du alî tekezî li ser girîngiya xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fînlandayê kirin.
Her wiha li ser pêwîstiya ji nû ve aktîfkirina parlamentoya Kurdistanê wek gava yekem ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dîtinên xwe guherandin.
Çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de û girîngiya rêzgirtina mafên destûrî û daxwazên darayî yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî kota budceya Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya sala 2027 de li gorî rêjeya 14 sedî ya nifûsa Herêma Kurdistanê, ku encama fermî û piştrastkirî ya serjimêriya sala 2024 ye, beşeke din a van guftûgoyan bû.







