Roja yekşemê, 25'ê mehê, Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li bajarê Zaxo pêşwazî li heyeta hikûmeta federal kir ku ji aliyê Mohsin Mendelaûy, cîgirê serokwezîr ji bo karûbarên enerjiyê ve hatibû rêvebirin.
Di vê hevdîtinê de, mijara amadekirina pêşnûmeya qanûna budçeya giştî ya federal ji bo sala 2027ê mehê hat nîqaşkirin û nirxandin û di vê çarçoveyê de, para herêmê ji dahatên giştî yên Iraqê û herwiha dabînkirina mafên darayî yên herêmê hatin gotûbêjkirin.
Di dema gotûbêjan de, mijara hinardekirina neftê ya herêmê û rêbazên teknîkî hatin nîqaşkirin.
Di vê civînê de, serokê hikûmetê li ser parastina mafên qanûnî ya herêmê di çarçoveya vê pêşnûmeya qanûnê de tekez kir û destnîşan kir ku divê di naveroka pêşnûmeya qanûna budçeyê de, prensîba dadperweriyê ji bo hemû Iraqê were bicîhkirin û têgîna qanûnî ya federalîzmê were berçavgirtin.
Her du aliyan tekez kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî ku berjewendiya hemû aliyan be, divê gotûbêj û danûstandin bidomin.







