Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi şêwirmendê serokatiya Sûriyeyê re civiya û di dema nirxandina rewşa herêmê de, li ser pêwîstiya parastina mafên Kurd û hemû kêmnetewan rawestiya.
Îro sêşem, 13 Cotmehê, Masrour Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Mezlûm Ebdî, şêwirmendê serokatiya Sûriyeyê, kir.
Di vê civînê de, li ser rewşa giştî, guherîn û pêşketinên dawî yên Sûriye û herêmê, danûstandina nêrînan hat kirin.
Her du aliyan li ser girîngiya parastina aşitî, ewlehî û stabîlîteya Sûriyeyê û mafên Kurd û hemû kêmnetewan tekez kirin.







