Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi «Radu Dobre», balyozê Romanyayê li Iraqê, re civiya û di vê civînê de girîngiya ji nû ve çalak kirina parlamentoya Kurdistanê wekî gavê yekem ji bo pêk anîna kabîneyeke nû hate nîqaşkirin û nirxandin.
Îro sêşem, 13 Cotmehê, Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Radu Dobre, balyozê Romanyayê li Iraqê, kir.
Di vê civînê de, her du aliyan li ser girîngiya bihêzkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Romanyayê di warên cuda de tekezî kirin.
Girîngiya ji nû ve çalak kirina parlamentoya Kurdistanê wekî gavê yekem ji bo pêk anîna kabîneyeke nû ya hukûmeta Herêma Kurdistanê, pêwîstiya rêzgirtinê ji mafên bingehîn û daxwazên darayî yên Herêma Kurdistanê, her wiha dawîn pêşketin û guhertinên rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraqê û herêmê, beşeke din a gotûbêjên vê civînê bûn.







