Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi balyozê Tirkiyeyê re civiya; serokwezîr û balyozê Tirkiyeyê rewşa herêmê û avakirina kabîneya nû ya hikûmetê nîqaş û nirxandin.
Îro sêşem 27’ê mehê, Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya «Anol Bora Înan», balyozê Tirkiyeyê li Iraqê, kir.
Di vê civînê de ku «Arman Topçû», konsulê giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê jî amade bû, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê hate nirxandin û li ser pêwîstiya pêşxistina her ku diçe zêdetir a têkiliyên du aliyan hat tekez kirin.
Di beşeke din a gotûbêjan de, girîngiya çalak kirina dîsa ya parlamentoya Kurdistanê û avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hate nîqaş kirin.







