Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li bajarê Dihokê bi kesayetî û nûnerên beş û çînên cuda yên cihê Badînanê re civiya û li ser pêşkêşkirina xizmetên şayeste ji bo vê herêmê, piştgiriya sektora çandiniyê û dîtina bazarê ji bo berhemên cotkaran tekez kir.
Îro duşem, 26 oktober 2026, Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li bajarê Dihokê bi hejmareke mezin ji kesayetiyên hindikahiyan û beş û çînên cuda yên cihê Badînanê re civiya.
Serokwezîr behsa dîroka têkoşînê û fedakariyên tijî şan û serbilindiyê yên gelê vê herêmê di tevgera azadiyaxwaz a gelê Kurdistanê de kir û tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe berpirsiyariya sereke dizane ku bi awayekî şayeste û bê cudakariyê ji gelê vê herêmê û hemû deverên Kurdistanê re xizmetê bike.
Serokwezîr herwiha behsa cihê girîng ê vê herêmê ji aliyê aborî, geştiyariyê û çandiniyê ve kir û di vê derbarê de tekez kir ku di çarçoveya bernameyên hikûmetê yên ji bo cihêrengkirina aboriyê de, me girîngî da sektora çandiniyê û berhemên navxweyî û ji bo alîkariya cotkarên Kurdistanê û dîtina bazarê ji bo berhemên wan xebitîn.
Di domê de, serokwezîr bersiv da nêrîn, fikr û pêşniyarên amadebûyan.







