Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi karsaz û sermayedarên herêma Badînan re civiya. Mesrûr Barzanî ragihand: «Em ê bidomînin ku ji sektora taybet re hêsankariyan pêşkêş bikin.»
Piştî nîvroya roja Duşemê, 26 Cotmehê, Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li bajarê Dihokê bi komek ji karsaz, peymankar û sermayedaran re civiya.
Serokwezîr, bi spasdarî, îşaret bi rola girîng a sektora taybet li Herêma Kurdistanê kir ku ji bo alîkariya hukûmeta herêmê di pêşxistina giştî ya aborî û avakirina binesaziya aborî ya bihêz de dike.
Serokwezîr spasî sektora taybet kir ku li gel hukûmetê, di pêşxistina zêdetir a geşbûna bazirganiyê û afirandina derfetên kar ji bo ciwanên Kurdistanê de roleke çalak lîstiye. Wî herwiha tekez kir ku hukûmeta Herêma Kurdistanê dê piştgirî û hêsankariyan ji sektora taybet re bidomîne, da ku hemû sektor pêş bikevin û ji welatiyên Herêma Kurdistanê re xizmetên çêtir bêne pêşkêşkirin.







