Mesrûr Barzanî rêya dualî ya Şêxan - Baadre vekir û ragihand: Dema ku em dibînin Kurdistana me roj bi roj avadantir dibe, cihê kêfxweşiyê ye.
Îro êvarê, duşem, 26 mehê Cotmehê, Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê, rêya dualî ya Şêxan - Baadre vekir.
Ew di axaftina xwe ya ku di merasîma vekirina vê rêyê de kiribû, got: «Em îro li vir in da ku vê rêya dualî ya di navbera navenda bajarê Şêxan û rêya Baadre ya ber Dihokê de vekin; ev rê dê xizmeta hemû welatiyan bike. Hêvî dikim ku hemû kes jê sûdê werbigirin.»
Mesrûr Barzanî amaje pê kir: «Ez ji şirketê ku projeyê pêk anî, (North Light), spas dikim ku projeyê berî dema diyarkirî bi dawî anî û xiste xizmeta gelê me.»
Wî di heman demê de hêvî xuya kir ku hemû gelê vê herêmê rêwerzên trafîkê bi cih bînin û tenduristiya xwe û ya welatiyên din li ber çavan bigirin: «Bi hêviya ku hûn xêr û bereketa vê projeyê bibînin. Ez dizanim ku hin karên din jî ligel vê projeyê hatine kirin û hin rêyên gundan jî hatine çêkirin; ev erkê hikûmetê ye ku em bikaribin zêdetir û bê cudakariyê xizmeta hemû welatiyên Kurdistanê bikin. Lê cihê kêfxweşiyê ye dema ku em dibînin Kurdistana me roj bi roj avadantir dibe û projeyên wiha têne bicihanîn.»
Di dawiyê de jî Mesrûr Barzanî got: «Ez ji hemû endezyaran, karkeran û hemû kesên ku di vê projeyê de dixebitîn spas dikim; we gelek zehmet kişand û serkeftî bin, bi hêviya ku Xwedê xelata hemûyan bide û hemû kes jî xêr û bereketa vê projeyê bibînin û her tim serkeftî bin. Kurdistana me jî roj bi roj avadantir bibe.»







