Her du parlamenterên pêkhateya Mesîhiyan li Parlamentoya Kurdistanê daxwaz dikin ku serokê demkî yê parlamentoyê erkê xwe yê qanûnî pêk bîne û civînên parlamentoyê ji nû ve dest pê bikin.
Her du parlamenter, Jêms Hesdo Hîdo û Ramî Nûrî Siyawesh, parlamenterên pêkhateya Keldanî-Suryanî-Asûrî û Ermenî, di peyamekê de ji bo serokê demkî yê Parlamentoya Kurdistanê, piştgiriya xwe ji bo destpêşxeriya aktîfkirina parlamentoyê ragihandine û dubare dikin: "Em bi xêrhatina amadebûna serokê demkî dikin ji bo vexwendina fermî ya fraksiyonan û lidarxistina rûniştina parlamentoyê".
Her wiha, wan ji serokê demkî daxwaz kiriye ku bêyî tu astengiyên berê, roja rûniştinê destnîşan bike, da ku rêziknameya hundirîn a parlamentoyê rêça xwe ya asayî bigire û ew bi tevahî amade ne ji bo beşdarbûna di rûniştinan de.
Di dawiya peyama xwe de, nûnerên pêkhateya Keldanî-Suryanî-Asûrî û Ermenî hêvî xwastine ku serokê demkî û hemû fraksiyonên parlamentoyê berjewendiya giştî ya welatiyên Kurdistanê li ser hemû tiştan deynin û bi lez parlamentoyê ji nû ve aktîf bikin.
Nivîsa daxuyaniyê:
Birêz serokê demkî yê Parlamentoya Kurdistanê - Iraq
Me peyama we dît ku we amadebûna xwe ji bo vexwendina fermî ya fraksiyonan bo ji nû ve xebitandina parlamentoyê û lidarxistina danişînê derbirîye.
Em wek du parlamenterên pêkhateya Keldanî, Suryanî, Aşûrî û Ermenî, pêşwazî li vê destpêşxeriyê dikin û daxwazê ji we dikin ku bêyî tu şert û mercên pêşwext, roja danişînê destnîşan bikin, da ku rêzikên navxweyî yên parlamentoyê rêça xwezayî ya xwe bigirin û em jî amade bin.
Hêvîdar in ku we û hemû fraksiyonên parlamentoyê berjewendiya giştî ya welatiyên Kurdistanê li ser hemû tiştî bidin û parlamentoyê ji nû ve çalak bikin.
James Hesdo Hido / parlamenterê Keldanî, Suryanî, Aşûrî û Ermenî li Dihokê
Rami Nûrî Siyawş / parlamenterê Keldanî, Aşûrî, Suryanî û Ermenî li Hewlêrê
Kurdistan-Iraq
24 Cotmeha yekemîn a 2026







