Rêveberiya Polîsê Parêzgeha Dihokê ragihand ku 3 tawanbar hatine girtin, piştî ku derengê şeva borî li taxa Xebatê ya bajarê Dihokê şer derketibû û di encamê de 2 kes birîndar bûbûn.
Li gorî daxuyaniya Polîsa Dihokê, yekser piştî ku ji çêbûna şerê wan agahdar kirin, mefrezeên polîsê gihiştine cihê bûyerê û dest bi şopandina berfireh kirine, di heman demê de birîndar ji bo wergirtina dermankirina bijîjkî şandine nexweşxaneyê û li gorî muayene û rapora bijîjkan jî derketiye holê ku çend kes ji tawanbaran berê me vexwarine û serxweş bûne.
Piştî tomarkirina gilîya qanûnî û bi biryara dadwerê lêkolînê li gorî madeya 413 ya Qanûna Cezayê Iraqê, hat gihiştin ku her 3 tawanbar ji aliyê hêzên polîsê ve werin binçavkirin, niha jî tawanbar bi biryara dadwer hatine ragirtin û dosye di bin lêkolîna qanûnî ya berfireh de ye.







