Rêveberiya Polîsên Parêzgeha Hewlêrê di daxuyaniyek fermî de ragihand ku ew parêzer hatiye girtin ku duh di hundirê avahiya Dadgeha Destpêkê ya Hewlêrê de bi parêzerekî din re gengeşiyek çêkiribû û piştî kişandina çekê ji cihê bûyerê reviyabû.
Li gorî agahiyên Polîsên Hewlêrê, saet 12:00 ya nîvro duh, roja Yekşemê, 18ê Cotmehê, di hundirê Dadgeha Hewlêrê de di navbera du parêzeran bi navên (Y. Z. M) û (S. E. H) de gengeşî çêbûye. Tevî ku efser û karmendên polîsên dadgehê di cih de hewl dane mijarê aram bikin û kontrol bikin, lê yek ji parêzeran bi navê (Y. Z. M) çek kişandiye û di cih de ji dadgehê reviyaye.
Polîsên Hewlêrê amaje bi vê yekê kir ku di berdewamiya şopandina ewlehiyê de, îro hatibe serkeftin ku ew tawanbar were girtin û were şandin ber destê qanûnê. Di heman demê de dosyaya lêkolînê hatiye amadekirin û niha li gorî madeya 31/406 a Qanûna Cezayê ya Iraqê, bi fermana dadger hatiye binçavkirin da ku li hemberî wî prosedurên qanûnî bên girtin.







