Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Projeya Ronahiyê di daxuyaniyek hevbeş de amarên dawî yên kampanyaya daxistina deynên elektrîkê eşkere kirin û ragihandin ku hikûmeta herêmê di nav wê kampanyayê de ji zêdetirî 403 milyar dînarên deynên kevn ên berî destpêkirina projeyê efû kiriye; bi vî awayî niha ji zêdetirî 70%yê aboneyên elektrîkê li seranserê Herêma Kurdistanê tu deynên kevn li ser wan nemane û hesabên wan hatine paqijkirin.
Li gorî daneyan, kampanya ku daxistina heta 50% dihewand, ji 3yê meha Abê dest pê kir û heta 18ê meha Çiriya Yekem berdewam bû; di wê de 951 hezar û 98 abone sûd wergirtin. Li hember efûkirina 403 milyar û 130 milyonan dînar ji aliyê hikûmetê ve, 500 milyar û 610 milyonan dînar wekî deynên kevn ji aboniyan hatine komkirin. Ev dahata komkirî jî digel dahata xwe ya Projeya Ronahiyê ji bo dagirtina beşek ji lêçûnên mezin ên sektora elektrîkê hat bikaranîn, ku niha lêçûna wê mehane ji 350 milyar dînar zêdetir e.
Wezareta Elektrîkê rave kiriye ku ew abonayên ku heta niha deynên kevn li ser wan mane û ji derfeta daxistinê sûd wernagirtine, bi awayekî otomatîk deynên wan dê bibin qistên dirêjdem û dê li ser fatûreya wan a mehane ya elektrîkê bêne zêdekirin, bêyî ku tu daxistinek wan bigire.
Di beşeke din a daxunaniyê de hatiye ku di siya Projeya Ronahiyê de, ku ji dawiya sala 2024ê ve ji aliyê Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat ragihandin, heta îro ji zêdetirî 90%yê welatiyên Kurdistanê xwediyê elektrîka 24 saetan a berdewam bûne. Herwiha li gorî pergala nû ya bihayan, 80%yê welatiyan, bi taybetî çîn û tebeqeyên kêmderamet, li gorî lêçûna berê ya jeneratôrên taybet û elektrîka neteweyî, pereyekî kêmtir didin û kar jî berdewam in da ku heta dawiya sala 2026 elektrîka berdewam bigihîje hemû mal û cihên bazirganiyê yên Kurdistanê.







