Projeya Ronahiyê di agahdariyek fermî de ji aboneyên elektrîkê dixwaze ku pabendî wextê diyarkirî yê dayîna pereya fatûreyên xwe bin, di heman demê de hişyarî dide ku ger abon eyek di heyama diyarkirî de pere nedide, elektrîka wî dê were qutkirin.
Li gorî ragihandina Projeya Ronahiyê, aboney divê di heyama 50 rojan de pereya fatûreya elektrîkê bidin. Ev heyam ji roja derketina fatûreyê li ser platforma "e-fatûre" dest pê dike, ne ji dema gihîştina fatûreya kaxezî. Ji ber vê yekê ji welatiyan tê xwestin ku mehane bi rêya vê platformê li fatûreyên xwe binêrin; niha fatûreya herî nû ji bo piraniya aboneyan berdest e.
Di beşeke din a ragihandinê de hatiye gotin ku ew aboneyên ku di heyama 50 rojî de pereya fatûreya xwe nadin, elektrîka wan tê qutkirin û pêvajoya vegerandina elektrîkê tenê piştî paqijkirina tevahiya pereya fatûreyê dest pê dike. Vegerandin bi giştî heta 24 demjimêran dikişîne, lê heke dayîna pereyê bi rêya karmendê berhevkar ve be, dibe ku demeke zêdetir bigire.
Projeya Ronahiyê ji aboneyan dixwaze ku bi rêya malpera fermî ya projeyê yekeyên xwe tomar bikin, da ku bi awayekî berdewam ji derketin û agahiyên fatûreyên xwe haydar bibin.







