Serok Barzanî li Pirmam pêşwazî li balyozê Fîlîpînan li Iraqê û nûnerê rêxistina «ASEAN» kir û di vê hevdîtinê de mijarên pêşxistina têkiliyên aborî û gefên terorîzmê li dijî ewlehiya cîhanî û herêmî hatin nîqaşkirin û nirxandin.
Roja şemiyê 24 Cotmehê 2026 li Pirmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Charlie Pacaña Manangan, balyozê Fîlîpînan li Iraqê, kir.
Di vê hevdîtinê de, balyozê Fîlîpînan li Iraqê, ku wekî nûnerê Rêxistina Welatên Asyaya Başûr-rojhilatê (ASEAN) serdana Serok Barzanî kiribû, kêfxweşiya xwe ji hevdîtina bi Serok Barzanî re anî ziman û spasdarî li şer û fedakariyên gelê Kurdistanê kir. Wî herwiha kurtasiyek ji dîroka Rêxistina Welatên Asyaya Başûr-rojhilatê, siyaseta vê rêxistinê di têkildarî bi têkiliyên navneteweyî û şiyana wê ya aborî de, ji Serok Barzanî re rave kir. Balyozê Fîlîpînan daxwaza vê rêxistinê ji bo pêşxistina têkiliyan û nasîna zêdetir a Herêma Kurdistanê û Iraqê ji Serok Barzanî re ragihand.
Di heman hevdîtinê de, Serok Barzanî bi germî pêşwazî li balyozê Fîlîpînan kir û bi spasdarî behsa hewildan û têkoşîna welatên Asyaya Başûr-rojhilatê ji bo gihîştina azadiyê û herwiha geşbûna û mezinbûna aborî kir.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de, her du aliyan li ser metirsî û gefên terorîzmê li ser ewlehiya cîhanî û herêmî nêrînên xwe guherandin.







