Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê pêşhatên Şingalê belav kir û fikarên xwe li hember gavên yekalî yên hikûmeta federal li Şingalê derbirî, herwiha tekez dike ku di rewşa necihkirina peymanê de, divê vegerin bo raman û îradeya rastîn a gelê Şingalê û Êzidiyan.
Nivîsa daxuyaniyê:
Daxuyaniyek derbarê pêşhatên Şingalê
Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fikar temaşe dike li wan lihevkirinan ku hikûmeta federal derbarê rewşa Şingalê de, bi awayekî yekalî û bê şêwirînê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, pêk tîne. Ji vir ve tekez dikin ku her gavekî bi vî awayî, li dijî Peymana Şingalê ye ku di mehên Cotmehê 2020 de, di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de, hatiye îmzekirin.
Em tînin bîra hemû aliyên ku Şingal û Çiyayê Şingalê bi xwîna sor a 500 şehîd û 3000 birîndarên pêşmergeyên qehreman hatine rizgarkirin û divê rêz ji wan qurbanî û têkoşînan bê girtin.
Ferzkirina rewşeke ewlehî û îdarî ya nexwestî ji derveyî dezgehên rewa, rewşa herêmê tevlihevtir dike û pêvajoya normalîzekirinê lawaz dike. Tenê çareseriya rast, bicihkirina tevahî ya Peymana Şingalê ye; ji ber ku tenê ew garant dike avakirina îdareyekî rewa ji aliyê nûnerên rastîn ên herêmê ve, destpêkirina nû ya avakirinê û bicihkirina ewlehiyê, ku ev hemû mercên sereke ne ji bo vegera dilxwazane û bi rûmet a sed hezaran xwişk û birayên Êzidî bo ser axa xwe.
Em daxwazê ji hikûmeta federal dikin ku pabendê Peymana Şengalê û hemû ew peyman û bernameyên hikûmetên federal ên li pey hev be, ku di warên îdarî, ewlehî û avakirinê de encam dane. Ger bicihanîna van peymanan dijwar e, bila vegerin ser raman û îradeya gelê Şengalê, bi taybetî Êzdiyan; bila ew biryar bidin ka kî û çi ji wan re baş e, û bila hemûyan pabend û piştgirê bijartina wan bin, ji ber ku îstiqrara herêmê û aramiya gelê wê ji hemû berjewendî û armanceke din bilindtir e.
Wezareta Navxweyî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê







