Roja Çarşemê, 21ê Çirîna yekem a 2026ê, Serok Mesûd Barzanî hêjdehemîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan li bajarê Hewlêrê vekir.
Ew pêşangeh ku ji aliyê Dezgeha Medya ya Ragihandin û Çandê ve hatiye rêkxistin, bi beşdariya zêdetirî 400 dezgehên çap û weşanê û bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û hejmareke berbiçav ji mêvan û kesayetiyên siyasî, çandî, akademîk û rojnamevanan, di bin navê «Ez Kurdistan im» de dest bi karên xwe kir û dê 10 roj berdewam be







