Serok Barzanî li Pirmamê pêşwazî li balyozê Fîlîpînan li Iraqê û nûnerê rêxistina "ASEAN" kir û mijara pêşxistina peywendiyên aborî û gefên terorê li ser ewlehiya cîhanî û herêmî hate nîqaşkirin.
Roja şemiyê 24yê Çirîna yekemîn 2026 li Pirmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Charlie Păkana Manangan, balyozê Fîlîpînan li Iraqê, kir.
Di hevdîtinê de balyozê Fîlîpînan li Iraqê, ku wekî nûnerê rêxistina welatên başûrê rojhilatê Asyayê (ASEAN) serdana Serok Barzanî kiribû, digel derbirîna kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina bi Serok Barzanî re, spas û nirxandina xebat û qurbaniyên gelê Kurdistanê kir. Her wiha kurteyek li ser dîroka rêxistina welatên başûrê rojhilatê Asyayê û siyaseta wê rêxistinê di danûstandinên bi peywendiyên navneteweyî û kapasîteyên aborî re ji bo Serok Barzanî pêşkêş kir. Balyozê Fîlîpînan daxwaza wê rêxistinê jî ji bo pêşxistina peywendî û nasînê bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re ji Serok Barzanî re ragihand.
Di heman hevdîtinê de Serok Barzanî bi germî pêşwazî li balyozê Fîlîpînan kir û bi nirxandinê behsa hewl û têkoşîna welatên başûrê rojhilatê Asyayê kir ji bo gihîştina azadiyê û her wiha vejîn û pêşketina aborî.
Di beşekî din ê wê hevdîtinê de herdu aliyan derbarê metirsiyên gefên terorê li ser ewlehiya cîhanî û herêmî de ramanên xwe guherîn.







