Serok Barzanî pêşwaziyê li sekreterê giştî yê Projeya Niştimanî ya Iraqê kir û li ser dawîn pêşketinên siyasî û mijara aramiya Iraqê guftûgo kir.
Roja duşemê 26yê Çiriya yekemînê 2026 li Pirmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Şêx Cemal Elzarî, sekreterê giştî yê Projeya Niştimanî ya Iraqê, kir.
Di civînê de li ser dawîn pêşketin û rewşa siyasî ya Iraq û herêmê nêrîn hatin guhertin. Herwiha li ser pêwîstiya hemahengiya di navbera aliyên cuda û aramiya Iraqê de tekez hat kirin.







