Neçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, cejna Cema li hemû Êzdiyên Kurdistanê, Iraqê û cîhanê pîroz dike û dubare dike ku ew ê her dem piştgir û parêzerê mafên wan bin û Kurdistanê wekî cihê hevjiyana aştiyane bimîne.
Nivîsa peyama serokê Herêma Kurdistanê:
Cejna Cema li hemû welatiyên me yên Êzdî li Kurdistanê, Iraqê û li her devera cîhanê ne, pîroz dikim. Hêvîdarim ku hûn cejnek aram û ewle derbas bikin û hemû cejn û bûyerên bê, bi xêr û kêfxweşî vegerin.
Careke din em hemû welatiyên me yên Êzdî û hemû pêkhateyên Kurdistanê piştrast dikin ku em ê wekî her dem piştgir û parêzerên maf û daxwazên wan bin û Herêma Kurdistanê ji bo hemû pêkhateyan her dem war û welatê hevjiyana aştiyane bimîne.
Cejna Cema li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û kêfxweşî.
Neçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2026/10/6







