Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bajarê Dihokê bi berpirsên îdarî yên parêzgeha Dihokê û Rêveberiya Serbixwe ya Zaxo re civiya û digel nîqaşkirina xizmetgûzariyên devera Badînanê, berpirsên wê herêmê ji bo xizmetkirina zêdetir a welatiyan erkdar kir.
Îro şemî 24ê mehê Çirîna yekemîn 2026, Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li bajarê Dihokê bi berpirsên îdarî yên herêma parêzgeha Dihokê û Rêveberiya Serbixwe ya Zaxo re civiya.
Di civînê de, rewşa xizmetgûzariyên giştî yên devera Badînanê hate nîqaşkirin û li ser pêwîstiya baştirkirina xizmetgûzariyan û xizmetkirina zêdetir a welatiyên wê herêmê hat tekez kirin.
Serokê Hikûmetê berpirsên deverê erkdar kir ku di asta berpirsiyariya xwe de bin û bi hemû awayan xizmeta niştecihên herêma xwe bikin.
Mesrûr Barzanî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam bike di xizmetkirin û pêkanîna projeyên xizmetgûzariyê de li hemû parêzgeh û deverên Herêma Kurdistanê.







