Îro yekşem, 25yê Çirîna Yekemê, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li bajarê Zaxo, pêşwazî li heyetekî hikûmeta federal bi serokatiya Muhsin Mendelawî, cîgirê serokwezîran ji bo karûbarên enerjiyê, kir.
Di civînê de behsa mijara amadekirina pêşnûmeya qanûna budçeya giştî ya federal ji bo sala 2027yê kirin û di girêdayî bi vê mijarê de, beşdariya herêmê di dahatên giştî yên Iraqê de û herwiha dabînkirina mafên darayî yên herêmê hatin nîqaşkirin.
Di nav axaftinan de, mijara hinardekirina nefta herêmê û rêkarên teknîkî hatin danîn ber nîqaşê.
Di civînê de, serokê hikûmetê li parastina mafên destûrî yên herêmê di çarçoveya pêşnûmeyê de tekez kir û amaje bi wê da ku divê di naveroka pêşnûmeya budçeyê de, bingehê dadperweriyê ji bo hemû Iraqê were sepandin û têgeha destûrî ya federalîzmê were berçavgirtin.
Her du aliyan tekez li berdewamkirina axaftin û danûstandinê kirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî ku di berjewendiya hemû aliyan de be.







