Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Çandê yê Lubnanê kir û li ser rewşa herêmê û girîngiya pêşxistina têkiliyên wan, bi taybetî di warê çandê de, nîqaş kir.
Îro Çarşem 21-yê Çiriya Yekemîn a 2026an, Mesrûr Barzanî, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Gassan Selamê, Wezîrê Çandê yê Lubnanê, kir.
Di civînê de li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraqê û herêmê raman hatin guhertin û li ser girîngiya pêşxistina têkiliyên Herêma Kurdistanê û Lubnanê, bi taybetî di warê çandê de, hat tekez kirin.







